Şerta Çawûşoglu li pêşewaziya Tirkiyê ji derbasbûna hêzên Sûriyê nav Efrînê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku ger hêzên Sûriyê bi armanca ji navbirina komên terorîstî derbasî navça Efrîn bibin, em ê jê pêşewaziyê bikin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku sefera Urdinê kiriye bi Îmen El-Sefdî hevtayê xwe ê urdinî re hevdîtin pêk anî.
Çawûşoglu li civîna rojnamevaniyê ya hevpar tev hevtayê xwe yê urdinî diyar kir ku Tirkiye tu cure bernameyên veşartî li bara Sûriyê tine.
Çavûşoglu destnîşan kir ku operasyona Çiqila Zeytûnê jî armancên diyarî hene û ew jinavbirina terorîstan û paqijkirina navçê ye.
Wî her wiha îdia kir ku piştgiriyê dide yekperçetiya erdê Sûriyê, lê ger hêzên Sûriyê ji bo piştgiriya ji hêzên çekdar ên kurd derbasî nava Efrînê bibin, tu kes nikare pêşiya derbasbûan hêzên Tirkiyê nav vê navçê bigre.
Wî destnîşan kir ku tu pirsgirêkek tev derbasbûna hêzên Sûriyê nava Efrînê bi ramanca jinavbirina Yekînên Parastina Gel tine.
El-Sefdî jî teqez kir ku peywendiyên Urdin û Tirkiyê pir xurt û qahêm in û Urdin û Tirkiye li bara pêwîstiya peydakirina rêçareya siyasî ya qeyrana Sûriyê hev fikir in.