Plana Erdoxên a dameziandina hêzeka taybet ji bo sekinîna li hemberî NATOyê
Rawêjkarê derecebilind ê serokomarê Tirkiyê got ku dewleta vî welatî li halê plandarêştina ji bo damezirandina artêşa serbixwe ji bo sekinîna li hemberî mudaxileya hitmalî ya welatên rojavayî û hevpeymaniya NATOyê li Tirkiyê ye.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Fars Newsê, Rawêjkarê derecebilind ê serokomarê Tirkiyê, Yaqût Belût bi gotina vê yekê ku welatên endamê NATOyê ji dijberên dewleta Tirkiyê ji wan PKKê piştiriyê dikin, got: Tirkiye divê çekên xwe xurt bike; Ji ber ku renge welatên endamê NATOyê ku sê miliyar dolarî çek dane PKKê, renge rojekê êrîşî ser Tirkiyê bikin.
Rawêjkarê derecebilind ê serokomarê Tirkiyê her wiha got: Yek ji sedemên kirrîna pergala mûşekî ya S400ê ji Tirkiyê hitmaleka visa bûye.
Pêştir Almanyayê li pey zêdebûna kêşeyên navbera Tirkiyê û Ewropayê, gefa derxistina ji NATOyê li Tirkiyê xwaribû.
Ev gotinên Rawêjkarê derecebilind ê serokomarê Tirkiyê li halekî ne ku Tikriye endamê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur anku NATOyê ye.