Sibat 15, 2018 18:22 Asia/Tehran
  • 40 kes li Tirkiyê hatin girtin

Polîsê Tirkiyê 40 kes bi tawana têkilliya digel darbeya leşkerî ya serneketî ya 15'ê Tîrmeha 2016an girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, li opêrasiyona ewlehiyê ya hevdem a roja Çarşemiyê li zêde ji 15 parêzgehên Tirkiyê ji wan Enqere, Istenbol û Diyarbekirê, 40 kes bi tawana têkilliya digel koma Fethullah Gulen, tawanbarê rêza yekem a darbeya serneketî ya 15'ê Tîrmeha sala 2016an li Tirkiyê hatin girtin.

Piştî darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an, zêde ji 50 heta kes heta niha bi tawana têkilliya digel kom aGulen li Tirkiyê hatine girtin û derdora 150 hezar kes ji şolên dewletê li vî welatî hatine derxistin.

Li gorî nivîsîna rojnameya Dayli Sabahê, polîsê Tikriyê her wiha şeş tawanabrên endamtiya li koma têrorîst a DAIŞê li bajarê Eskîşehîrê girtine.