Sibat 15, 2018 15:54 Asia/Tehran
  • Demîrtaş: Mehkemekirina min siyasî ye

Hevserokê berê yê partiya dijber a alîgirê kurdên Tirkiyê li civîna xwe ya dadgehê got ku tawanên têrorîstî li dijî bi armancên siyasî ne û ew fikir nake ku li benda lidarxistina dadgeheka edlane be.

Li gorî rapora Reutersê, Selahedîn ji serokên zîndanî yên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tikriyê (HDP) li yekem amadebûna xw eya dadgehê piştî 15 mehan hebsê, got: Heta niha tu çirûskeka hêviyê li vî warî ku ez ê li ser esasa edl û însafê bêm darizandin, min nedîtiye. Tu karekî taybet li bara belgeyên nku li ser xêra min hene, pêk nehatiye.

Demîrtaş got: Serokomarê Tirkiyê, Re4ceb Teyib Erdoxan ji dadgehan xwestiye ku min bigirin û partiya wî kempêynek ji bo reşkirina min bi rê xistiye.

Demîrtaş got: Serokomarê her rojê navê têrorîst li min dike û aşkira li dijî min fermanê dide dadgehan û parlimanê. Ev pergala dadweriyê nîne ku ez anîme vcira, belkê şexsê serokomar e.

Selahedîn Demîrtaş di meha Mijdara sala 2016an di pêvajoya serkutkirinên piştî darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha wê salê li Tikriyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên vî welatî va hat girtinê.

Hilkolandinan dosyeya hevserokê zîndanî yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tikriyê îro anku Pêncşemiyê û sibê anku Îniyê dê li dadgehê were domandin.