Hejmarek din ji endamên PKK li Tirkiyê hatin binçavkirin
Sibat 15, 2018 09:49 Asia/Tehran
46 kes bi tawana hevkariya bi PKKÊ re li Tirkiyê hatin binçavkirin.
Li gorî rapora roja çarşmiyê ya IRNA'yê, ser fermana dozgeriya giştî ya parêzgeha Şirnexê, polîsê li dijî terorê yê vî bajarî, 46 kes bi tawana hevkariya bi PKKÊ re li navçên Sîlopî, Bêtoş Şebab, Cizîre, Aydil û navenda bajarê Şirnexê binçav kirin.
Li encama lêgeriya mala girtiyan, çend çek û sîleh û belgeyên rêxistinî yên têkildarê PKKÊ hatine keşf û zewtkirin.