Gotûbêja telefûnî ya Erdogan û Melik Selman li bara Sûriyê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û şahê Erebistanê Selman Bin Ebdulezîz sêşemê şev bi rêya telefûnê bi hev ra li ser pêwendiyên du welatan û krîza Sûriyê axivîn.
Li gor nûçeya ajansa a Mehr Newsê, Erdogan û Melik Selman li gotûbêja telefûnî ser girîngiya parastina yekparçetiya axa Sûriyê, peydakirina rêçareya siyasî bona çareserkirina kirîza vî welatî û zêdekirina hevkariyên navbera du welatan axivîn.
Li rewşa ku serokên Erebistan û Tirkiyê ser parastina yekparçetiya axa Sûriyê û peydakirina rêçareya siyasî bona çareserkirina krîza Sûriyê diaxivin ku hema Enqere û Riyazê bi xwe sebebkarên sereke yên krîza Sûriyê ne.
Şamê heta niha bi caran ragihandiye ku Erebistan û Tirkiyê piştevaniya grûpên terorîstî yên nav Sûriyê dikin.
Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa grûpên terorîstî yên ku Erebistan, Tirkiye, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştgiriyê didin wan destpê bû ku hedefa sereke ya van grûpên terorîstî jî jinavbirina dewleta qanûnî ya Şamê û guhartina rewşa navçê ser xêr û qazanca Rejîma Siyonîstî bû.