Sibat 14, 2018 13:37 Asia/Tehran
  • Komîsyona Ewropayê Tirkiye hişyar kir: Rêzê ji sînorê me bigre

Berdevkê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand divê Tirkiye rêzê li qada hewayî û deryayî ya welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê bigre.

Gengeşiya giravên navbera Tirkiye û Yunanistanê bû pirsgirêka Yekîtiya Ewropayê. Berdevkê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker  Tirkiye hişyar kir ku zirarê nede pêwendiyên dualî yên ligel Yunanistanê.

Wek tê zanîn duh nêzîkî giravên Îmîa alozî di navbera hêzên deryayî yên Yunanistan û Tirkiyê de derketibû. Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gef li Yunanistanê xwaribû ku dixwaze ji mijûlbûna Tirkiye di Operasyona Efrînê de sûdê werbigre, lê ew rê nadin vê yekê. Yunanistanê jî bangî Balyozê xwe yê li Tirkiyê kiribû.