Sibat 14, 2018 13:27 Asia/Tehran
  • Meclîsa Almanyayê derbarê Efrînê de 2 raporên cuda derxistinn

Di rapora kesên pispor a Parlemana Almanyayê de, hat ragihandin ku niha ti pirsgirêka hiqûqî ji bo firotina tankan bo Tirkiyê nîne.

Di rapora beriya vê de jî rexne li hikûmeta Almanyayê hatibû kirin û hatibû gotin divê li ser meşrûbûn û hiqûqîbûna êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê lêkolîn bê kirin û ger pêwîst bike, li pêşerojê di bazirganiya çekan de rêgirî bên kirin.

Di rapora dawî ya Parlemana Almanyayê de, li ser êrîşa Efrînê hat diyarkirin ku nîqaşên li ser mijarê hîn zelal nebûne û gelek pirsên derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê de bêbersiv in lewma jî ne pêkan e nirxandinek li ser were kirin.

Li gor nûçeya DWyê Parlemantera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer ku pêşengiya herdu raporan kiriye ragihandiye ku ‘Qet nebe li rojên pêş di bazirganiya çekan bo Tirkiyê de, dikarin berpirsiyarbûna Tirkiyê (bo Efrînê) binirxînin."

Sommer beriya niha jî rexne li operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê girtibû û banga ‘Taluqkirina (hilawistina) endamtiya Tirkiyê ya NATOyê' kiribû.