Sibat 14, 2018 10:25 Asia/Tehran
  • Serokê partiya welet a Tirkiyê: Erdogan nikare şêr mudîriyet bike

Serokê partiya welet a Tirkiyê bilî rexneya ji siyasetên şerxwazî yên Receb Teyib Erdogan got: Erdogan nikare şêr mudîriyet bike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Dogu Pirînçek serokê partiya welet a Tirkiyê li gotinên xwe yên duh sêşemê bal kişande ser sernixûnbûna firokeya şêr a vî welatî li parêzgeha Hatayê li başûra vî welatî got: Şerê li bakûra Sûriyê bi gotinên bê xîm û binyat û babetên derew birêve naçe.

Firokeyekî şêr ê Tirkiyê 10 Sibatê li Hatayê li nîzikî sînorê Sûriyê sernixûn bû Erdogan piştî vê rudawê ragihand ku YPG`ê yan kurdên Sûriyê bona vê yekê dê bacekî giran bidin.

Êrîşên artêşa Tirkiyê bi piştevaniya hêzên nasyar bi "Artêşa Azad a Sûriyê" li dijî hêzên kurd li bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê bi mehneya têkoşîna dijî têrorîsmê ji 20ê Çileya 2018an va dest pê bûne.

Sûriyê tevî şermezarkirina van êrîşan, ew wek binpêkirina hakimiyeta vî welatî daye zanîn.