Sibat 13, 2018 19:54 Asia/Tehran
  • Axavtinên tund ên Erdogan li dijî Amerîkayê

Serokomarê Tirkîyê careka din dewleta Amerîkayê bi piştgirîya malî ji komên kurd ên neyarê dewleta Enqerê yên li bakûra Sûrîyê tawanbar kir.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê îro li civîna AKP`ê pêgirî kir: Biryara rayedarên amerîkî ya domandina şandina çek û dirêv ji bo komên kurd ên dijberê dewleta Enqerê ji wan ji bo YPG`ê yê derbên giran li peywendîyên her du welatan bide.

Balyozê berê yê Amerikayê Eric Edelman û Jake Sullivan  Şêwirmendê asayişa neteweyî yê cîgirê Serokê berê yê Amerikayê jî di gotarekê de ku di kovara Politico de hatiye weşandin, rexne li siyaseta Amerikayê ya beramberî Enqerê digrin û dixwazin Washington helwêsteke tund beramberî Enqerê nîşan bide.

Edelman û Sullivan destnîşan dikin ku, Operasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrînê dikare serbazên Amerika û Tirkiyê bîne hemberî hev û bala Tirkiye bi awayek hişk divê bê kişandin.

Eric Edelman û Jake Sullivan di berdewamiya gotara xwe de didin diyarkirin ku Washington helwesta xwe zêdetir nerm tîne zimîn, ev yek jî li Tirkiyê bi awayek xelet tê nirxandin. Erdogan bawer dike ku, pêdiviya Amerikayê bi wî heye û jiber vê, helwêstên xwe her diçe tundtir dike. Beramberî vê yekê ya baş ev e ku, desthilata Amerikayê berî ku pêwendî zêdetir xerab bibin, bi awayek zelal û hişk helwêsta xwe hemberî Tirkiyê bîne zimîn.

Serokomarê Tirkîyê herwisan wek berteka li hemberî tawanbarkirina Enqerê ji hêla delweta Qibrisê ve têkildarî astengîderxistina li proja keşfkirina gaza sirûştî li deryaya Sipî, dewleta Qibrisê têkildarî destwerdana li karên Tirkîyê hişyar kir û got: Gemîyên cengê û yekîneyên ewlehîyê yên vî welatî al û gurên navçê dişopînin.