Sibat 13, 2018 18:28 Asia/Tehran
  • 5 endamên PKK`ê xwe radestî hêzên Tirkîyê kirin

Artêşa Tirkîyê ragihand ku 5 endamên PKK`ê xwe radest kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serokerkantîya artêşa Tirkîyê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku 4 endamên PKK`ê ku ji kampên wê yên ji bakûra Iraqê revîbûn, li devera Silopîyê ser bi parêzgeha Şirnexê xwe radestî hêzên ewlehîya Tirkîyê kirin.

Li gorî vê daxûyanîyê, endamekî PKK`ê jî li bakûra Sûrîyê xwe radestî hêzên ewlehîya Tirkîyê yên li Nisêbîna Mêrdînê kir.

Ji hêla din ve, berpirsekî YNK`ê diyar kir ku îro sibehê endamên PKK`ê li bajarê Zaxoyê yê Herêma Kurdistana Iraqê êrîşeke giran bir ser baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkîyê û got, şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de qewimî lê, heta niha li ser wendahiyên herdu aliyan ti zanyarî nehatiye bidestxistin.