Sibat 13, 2018 17:01 Asia/Tehran
  • Ji bo parlamentera HDP`ê 25 sal ceza tê xwestin

Parlamentera Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji ber ku di sala 2014`an de tevlî meşa piştgiriya ji Kobanê bûye hat muhakimekirin. Dozgeriyê biryar da û ji bo wê cezaya 25 salên zîndanê kir.

Parlamentera HDP`ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş bi hinceta tevli çalakiya piştgirîya ji Kobaniyê û şermezarkirina "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê di sala 2014`an de bûbû doz hatibû vekirin. Civîna 4`an a doza ku li Çiqa Heştem a Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat de, Beştaş bi "endamtiya rêxistinê", "Tehrîkirina sûc", "Beşdarbûna li meş û civînên derqanûnî" û "Teşwîqkirina gel a ji bo meş û civînên derqanûnî" hat tawanbarkirin.

Beştaş li vê civîna dadgehê amade nebû, tenê parêzerên wê li civînê amade bûn. ku dozger xwest, Beştaş bi 25 salên hepsê bê cezakirin. Şandeya dadgehê doz taloqî meha Nîsanê kir.

Parlamentera Edene ya HDP`ê Meral Daniş Beştaş 3 rojan berî niha hatibû girtin.