PKKê li Zaxoyê êrîşê baregeheke leşkerî ya Tirkiyê kir
Berpirsekî YNKê diyar kir ku îro sibehê endamên PKKê li bajarê Zaxoyê yê Herêma Kurdistana Iraqê êrîşeke giran bir ser baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyê û got, şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de qewimî.
Berpirsekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku endamên PKKê îro serê sibehê li nêzikî nahiya Batîfayê ya bi ser Zaxoyê ve êrîşeke giran bir ser baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyê.
Wî berpirsê YNKê destnîşan kir ku di encama êrîşê de di navbera herdu aliyan de şerekî dijwar rûda û heta çend saetan jî ew şer berdewam kir û got, lê heta niha li ser wendahiyên herdu aliyan ti zanyarî nehatiye bidestxistin.
Ji aliyê din ve peyamnêrê Sputnik Kurdistanê derbarê vê êrîşa endamên PKKê de peywendî bi Fermandarê PKKê Serhat Varto re danî. Serhta Varto diyar kir ku li ser encamên êrîşê ew jî hêj ne xwediî zanyarî ne û got: dibe ku ew şer berdewam bike.