Sibat 12, 2018 12:14 Asia/Tehran
  • Qilîçdaroglu daxwaza neketina artêşa Tirkiyê bo nav Efrînê kir

Serokê partiya herî mezin a neyarê dewleta Tirkiyê li parlemana vî welatî ragihand ku pêwîst e hêzên eskerî yên Tirkiyê nekevin nav Efrînê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Kemal Qilîçdaroglu serokê partiya neyare dewleta Enqerê yanî partiya Komarîxwaz a Gel(CHP) li gotûbêja xwe ya tev rojnama Hurriyetê ragihand: Eva heqê Tirkiyê ye ku sînorên xwe biparêze lê ev yeka nabe sebeb artêşa Tirkiyê bikeve nav bajarê Efrînê li bakûra Sûriyê.

Kemal Qilîçdaroglu bal kişande ser viya ku ew PYD û YPG grûpên terorîstî dizane û got: "Wisa ku me piştevaniya operasiyona Mertala Feratê kir, em ji operasiyona Çiqla Zêytonê jî piştevaniyê dikin lê em dibêjin ku bila artêşa Tirkiyê nekeve nav bajarê Efrînê ji ber ku artêşa Tirkiyê di nav bajarekî wekî Efrînê çawan dikare kesên terorîst û xelkê sivîl ji hevdu cuda cuda binase".

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de dîsa nêrîna xwe ya neketina nav Efrînê dubare kir û ragihand: "Hejmara xelkê Efrînê nêzîkî 500 hezarî ye û Artêş çawan gere ku bikeve nav vî bajarî ,çawa endamên terorîstan û xelkê sivîl ji hevdu cuda dibin û eger bê û hema artêşa Tirkiyê bi serê xwe bikeve nav Efrînê bê şik dê Gola xwînê li nav vî bajarî çêbibe".

Êrîşên artêşa Tirkiyê bi piştevaniya hêzên nasyar bi "Artêşa Azad a Sûriyê" li dijî hêzên kurd li bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê bi mehneya têkoşîna dijî têrorîsmê ji 20ê Çileya 2018an va dest pê bûne.

Sûriyê tevî şermezarkirina van êrîşan, ew wek binpêkirina hakimiyeta vî welatî daye zanîn.