Kuştina eskerekî tirk li Efrîna Sûriyê
Artêşa Tirkiyê raghand ku yekim eskerî wê li encama operasona Çiqla Zeytênê li navça Efrînê li bakurê Sûriyê hatiye kuştin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, artêşa Tirkiyê roja duşemiyê raghand ku meytê vî eskerê Tirkiyê ji bo oxirkirinê hat guhestin bo Qazîentepê.
Tê gotin ku li encama operasyona Tirkiyê li Efrîna Sûriyê, heya niha 21 kesên sivîl ji wan 6 zarok canê xwe ji dest dan.
Opersyona eskerî ya artêşa Tirkiyê bi mehna xurtkirina ewlehî û aamiyê li sînorên Tirkiyê û navçê û her wiha jinavbirina endamên PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja duşemiyê destpê bûye.
Piştî operasyona artêşa Tirkiyê li bajarê Efrînê Wezareta karên derve ya Sûriyê êrişa hêzên artêşa Tirkiyê ser vî bajarî şermezar kir û raghand ku ev kiryara Tirkiyê binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê ye.