Çile 23, 2018 18:04 Asia/Tehran
  • Di navbera yar û neyarên êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê li Amanê de gêre û pevçûn derket

Yar û neyarên êrişa Tirkîyê ser Kurdên Efrîna Sûrîyê li balafirgeha Hanover a Almanê berbûn canê hev.

Li gorî rapora Euro News`ê, neyarên êrişa vê dawîyê ya Tirkîyê ser Efrîna Sûrîyê li balafirgeha Hanoverê kom bibûn û bi durişman dijberîya xwe li hemberî Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê nîşan dan.

Polîsên Almanê ji bo kutakirina vê gêreyê neçar man gaza îsotê bi kar bînin. Lêkolînên destpêkê yên polîsan nîşan didin ku hin zîyan li milkên giştî ketine.

Navenda polîsên Hanoverê li rûpela xwe ya Tiwwîterê ragihand ku 20 kes têkildarî vê pevçûnê girtine.

Opêrasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi navê ``Çiqila Zeytûnê`` bi mehneya xurtkirina ewlehî û aramiya li sînorên Tirkiye û navçeyê, her wiha jinavbirina PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê ji roja şemiya bihurî va dest pê bûye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê pêştir êrîşa artêşa Tirkiyê li sr vî bajarî şermezar kir û ragihand ku ``Ev karê Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye``.