Çawûşoglu: Em li dû pevçûna tev Rûsiyê, Sûriyê û Emerîkayê nînin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Welatê wî hewl dide li operasyona ku li bakurê Sûriyê destpê kiriye, pêşiya her cure pevçûna tev hêzên sûrî, rûsî û emerîkî bigre lê teqez kir ku Enqere ji bo dabînkirina ewlehiya xwe, dê her karekî ku pêwîst be, bike.
Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gorî rapora kanla Haber turkê îro sêşemiyê got: Terorîst li bajarê Minbicê berdewam dest bi gulleavêtinên muherrik dikin ger Emerîka pêşiyê li wan negire, em ê bi xwe bikevin tevgerê û wan rawestînin.
Pêştir Receb Teyib Erdogan , serokkomarê Tirkiyê soz daye ku dê serhildayiyên kurd ji bajarê Minbicê li bakurê Helebê jî bide vekşandinê.
Mewlûd Çawûşoglu gotinên xwe wiha domandin: Armanca me, ne ew e ku bi rûsan, bi hikûmeta Sûriyê an Emerîkayê re bikevin pevçûnê belkî armanca me şerê li hember rêxistineke terorîstî ye.
Eva li halekê ye ku rayedarên emerîkî gotine ku yek ji armancên sereke yên Waşengtonê, girtina pêşiya kiryara Tirkiyê ji bo derxistina hêzên Sûriya Demokratîk ên kurd ji Minbicê ye.
Emerîkayê hêvî kiriye ku bikaribe bi kontrola YPG ser bakurê Sûriyê, hêzeka dîplomatîk a zêdetir ji bo vejiyandina muzakirên aşitiyê bi rêveberiya NY li Jinêvê bi dest bixe.
Çawûşoglu got: Pêşeroja peywendiyên me girêdayî bi kiryara din a Emerîkayê ye.
Li gorî rapora ISNA`yê, Emerîka û Rûsiye jî ji Tirkiyê xwestine ku li operasyona xwe li dijî mîlîtanên kurd li navça Efrîna Sûriyê bi navê operasyona çiqla Zeytûnê, ser hemdê xwe bin. Sûriyê jî ev operasyona şermezar kirirye. Lê belê serokên kurd ên bakura Sûriyê dibêjin ku Rûsyayê bi vekişandina hêzên xwe ji Efrînê rê li ber desdirêjiya Tirkiyê ser vê navçê vekir û Amerîkayê jî bi bêdengiya xwe bûye sedema dilgermiya tirkan li êrişa ser kurdên Sûriyê.