Çile 22, 2018 17:42 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em ji opêrasyona Efrînê paşda venakişin

Serokomarê Tirkîyê bi gotina vîya ku welatê wî qet timahîya axa Sûrîyê nekirîye, got: Enqere ji opêrasyona Efrînê paşda venakişe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê îro bi pêgirîya li ser dewama opêrasyona hêzên vî welatî li Efrîna Sûrîyê got: Armanca vê opêrasyonê tepeserkirina milîtanên kurd e ku gefek li dijî hemî navçê ne.

Serokomarê Tirkîyê bi rexnekirina Amerîkayê ji ber teyarkirina hêzên kurd ên bakûra Sûrîyê got: Hin welatan dil hene derbasgehe têrorê li sînorê başûra Tirkîyê ava bikin.

Serokê Komîteya Parastina Efrînê Behcet Ebdo jî ji ajansa nûçan a Sputnik`ê re ragihand ku bombebarana Tirkiyeyê heta niha dewam dike lê Artêşa Tirkiyê neketiye bosteke axa Efrînê.

Erdogan li halekî pêgirîyê li ser dewama opêrasyona artêşa vî welatî li dijî Efrînê dike ku ev opêrasyona bûye sedema bertekên navçeyî û navnetewî.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Maria Adebahr ragihand ku, em hêvî dikin ku Berlîn û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî helwesteke berpirsyarane li dijî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê bide nîşandan.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî ragihand ku weke Rûsya operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin.