Çile 22, 2018 15:51 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên topxaneyî yên artêşa Tirkîyê ser bakûra Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê careka din çeper û baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li şarê Efrînê dan ber topan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolyê ji bajarê Kilîsê, hêzên Tirkîyê yên li deverên sînorî yên vê parêzgehê vê sibê careka din çeper û baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li şarê Efrînê dan ber topan ku di encamê de xisar û derbe li van hêzana ketin.

Li gorî vê raporê, êrişên bi topan ên artêşa Tirkîyê ser bajarê Efrînê di çarçova sêyemîn roja opêrasyona leşkerî ya vî welatî li deverên bakûra bajarê Heleba Sûrîyê de pêk hatin.

Ajansa nûçan a Anadolyê herwisan ragihand, hêzên piştevan ên nû yên artêşa Tirkîyê derbasî deverên sînorî yên vî welatî û Sûrîyê bûn.

Opêrasyona artêşa Tirkîyê ku rayedarên tikr dibêjinê Çiqila Zeytûnê bi heceta bihêzkirina ewlehî û istiqrara sînorên Tirkîyê û navçê û jinavbirina çekdarên PYD û DAIŞ`ê li bajarê Efrînê  ji roja şemîyê ve destpê bû.