Çile 22, 2018 11:54 Asia/Tehran
  • Rexneya Berdevkê HDP`ê ji êrîşa li ser Efrînê

Berdevkê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) ji êrîşa vî welatî li ser bajarê Efrîna Sûriyê rexne kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), Ayhan Bîlgen ku hevdem parlementerê bajarê Qersê li parlimana neteweyî ya vî welatî ye, got: ``Opêrasiyona artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efdrînê ya bi navê `Şaxeya Zeytûnê` dê tu sûd û feydeyek ji Tirkiyê ra tunebe, belkê berovajiya vê yekê ziyanên giran bigihîwne Tirkiyê``.

Bîlgen bal kişande ser danîna navê opêrasiyona artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê bi navê `Şaxeya Zeytûnê` û got: ``Zeytûn li tevahiya deverên Rojhilata Navînê sembola Aştiyê neku şêrr``.

Erkantiya hevpar a artêşa Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku opêrasiyona leşkerî ya vî welatî li dijî bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurd bi navê ``Şaxeya Zeytûnê` berêvariya roja Şemiyê dest pê bûye.

Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê gundên derdora bajarê Efrînê kirine armanca êrîşên xwe.

Li dû opêrasiyona artêşa Tirkiyê li dijî bajarê Efrînê, wezareta karên derve ya Sûriyê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser vî bajarî şermezar kir û ragihand ku ev karê Tirkiyê binpêkirina serweriya neteweyî ya Sûriyê ye.