Erdogan hişyarî da partiyên alîgirê kurdan
Serokkomarê Tirkiyê li bara her cure nerazîbûna li dijî operasyona Efrînê hişyarî da.
Li gorî rapora Anadolu Newsê, Receb Teyib Erdogan îro yekşemiyê li axiftinekê li bajarê Borsayê bal kişand ser endamê partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê, HDP ku ji partiyên alîgirê kurdan û duwem koma opozosyona parlemana vî welatî ne got: Ger li dijî operasyona `` çiqa Zeytûnê`` li navça Efrînê xwenîşandan were li darxistin, dê hêzên ewlehiyê mudaxilê bikin.
Wî diyar kir: Emê bi zûtirkê dawiyê bidine operasyona Efrînê li bakurê Sûriyê.
Wezîrê karûbarên Yekitiya Ewrûpayê li Tirkiyê jî li nûçeyeke din, Operasyona artêşa vî welatî li Efrînê li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê li çarçoveya qanûnên navneteweyî, berevaniya ji gefên biyanî û bertekek li hember kiryarên komên terorîstî da zanîn.