Çile 20, 2018 20:53 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkiyê: Operasyona leşkerî ya li Efrînê destpê bûye

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, roja şemiyê ragihand operasyona leşkerî ya li bajarê Efrîna Sûriyê bi awayê meydanî destpê bûye û operasyoneka din li bajrê Minbicê ku nêzîkî Efrînê ye, wê destpê bibe.

Erdogan ev gotin li parêzgeha Kûtahyayê xitabî endamên Partya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku partya desthilatdar a li Tirkiyê ye, ragihand, lê amajeyî vê mijarê nekir ku gelo hêzên Tirkiyê ji sînor derbas bûne yan na?

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê ji Stenbolê, artêşa Tirkiyê berî niha roja şemiyê ragihandibû bargehên Kurdan li Efrîna Sûriyê di rojên înî û şemiyê dabûn ber topan. Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, di encama van êrişan, bargehên sê komên Kurd ketin ber topan.