Çile 20, 2018 12:21 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Tirkiyê dê sefera Iraqê bike

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû sibê anku Yekşemiyê, 21`ê Çileya 2018an, dê sefera Bexdaya paytexta Iraqê bike.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Enqerê, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû li ser vexwendina Îbrahîm Ceferî, hevtayê wî yê iraqî, dê sibê berê xwe bide Bexdayê.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi weşandina daxûyaniyekê her wiha ragihand: ``Çawûşoxlû li sefera xwe ya Bexdayê ji billî civiyana digel hevtayê xwe yê iraqî, wê digel Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê, Selîm Cibûriyê serokparliman, her wiha hin rayedarên siyasî yên tirkmwen ên Iraqê hevdîtin bike û li ser mijarên balkêş ji bo du welatan û mijarên navçeyî gotûbêj bike``.