Çile 20, 2018 10:55 Asia/Tehran
  • Berteka li hemberî derxistina parlamenterên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) ji parlimana Tirkiyê

Parêzer û karzanê siyasî yê Tirkiyê, mijara derxistina parlementerên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) ji parlimana vî welatî wek mînakeka berbiçav jin nebûna Dêmokrasî û azadiyên siyasî li vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya radyoya tirkiya Istenbolî ya IRIB News`ê, Sidqî Zîlanî derheq derxistina Leyla Zanayê wek pêncemîn parlementera Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) (Piştgirê kurdan) ji parliman vî welatî her wiha got: ``Dewleta Tirkiyê ne tenê li pey dayîna puen û serpişkiyan bo kurdên vî welatî nîne, belkî bi mebesta sepandina dijwariyên zêdetir li ser kurdan hewil dide ku zêdetir meydanê ji bo kurdan tengtir bike``.

Vê dawiyê Leyla Zana endama Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) û nûnerê bajarê Agiriyê li parlimana vî welatî wek pêncemîn parlementerê vê partiyê ji parlimanê hat derxistin.

Bi derxistina vê parlementerê, hejmara kursiyên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li parlimana Tirkiyê gihîşte 53 kursiyan û niha jî 10 parlementerên vê partiyê di zîndanê da ne.

Tirkiyê piştî darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016an li dijî dewleta vî welatî, qanûna parêzbendiya siyasî ya parlementerên parlimanê betal kir û piştî wê gellek ji parlemneteran bo navendên dadweriyê hatin xwestin.

Li pey wê Selahedîn Demîrtaş û Fîgean Yûksekdax wek du hevserokên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) hevrê digel 9 kes ji parlementerên vê partiyê hema wisa ji Cotmeha sala 2016an va hatin girtin û hîn di zîndanê da ne.