Hişyariya Tirkiyê derheq her cûre gefa li sînorên vî welatî
Serokwezîrê Tirkiyê hişyarî da ku hêzên artêşa vî welatî dê bersiva her cûre gefa li sînorên Tirkiyê bi awayekî bihêz û lezgîn bidin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Bînalî Yildirimê serokwezîrê Tirkiyê roja Îniyê li axaftinekê li Enqereya paytexta Tirkiyê visa got: ``Ev mafê xwezayî, qanûnî û navneteweyî yê Tirkiyê ye ku ji bo berevaniya ji sînor û ewlehiya xwe ya neteweyî pêngavan rabike``.
Wî her wiha got: ``Dê bersiva her cûre kiryara ku ji derveyî sînoran li dijî Tirkiyê pêk were, bê dayîn``.
Wî li beşeka din a gotinên xwe got: ``Armanca cihanîna Opêrasiyona Mertala Firatê li bakurê Sûriyê ji ber vê yekê bûye``.
Tirkiyê ji berbanga 24`ê Tebaxa sala 2016an va opêrasiyonek ser navê Mertala Firatê li bakurê Sûriyê dest pê kir û îdia kir ku dil heye navçeyeka ewleh bi berfirehiya pênc hezar kîlomitrên çargûşe li bakurê Sûriyê pêk bîne.