Çile 14, 2018 20:05 Asia/Tehran
  • Eskerekî Tirkiyê li başûra vî welatî hat kuştin

Eskerekî Tirkiyê ji ber êrişa bi rakêtan a PKK li başûra rojhilata vî welatî hat kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê, Ji ber êrişa rakêtan a PKK ser pêgehekî artêşa Tirkiyê li parêzgeha Hekariyê eskerekî vî welatî hatiye kuştin.

Eva li halekê ye ku firokên şerî yên artêşa Tirkiyê pêgehên PKK li bakûra Sûriyê û Iraqê kire hedefa êrişên xwe yên mûşekî.

Pevçûnên di navbera PKK'ê û artêşa Tirkiyê da, piştî du sal û nîvan agirbesê, ji dawiya Tîrmehê va ji nû va dest pê bûn.PKK dîsa li dehê Cotmehê agirbest ragihand lê belê hikûmeta AKP'ê ku berdewamiya şêr ser qazanca xwe dibîne neçû bin barê vê agirbestê.