Çile 14, 2018 17:18 Asia/Tehran
  • Neyariya Tirkiyêli hember pêşniyara ``Pişkdarî`` li dewsa endambûna li Yeketiya Ewrûpayê

Wezîrê karên Yeketiya Ewrûpa yê Tirkiyê ragihand ku Enqere pêşniyara pişkdariya tev Yeketiya Ewrûpa qebûl nake.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê ajansa Sputnîkê, Vê dûmahîkê Yeketiya Ewrûpa bona peyrevîkirina ji pilanekî serokkomarê Fransayê , pêşniyarek daye Enqerê ku îdî îmkana gotûbêja li ser endambûna Tirkiyê bo nav vê yeketiyê tune û ya baş evaye ku du alî li ser pilana pişkdariyê biaxivin.

Tirkiyê ragihandiye, eger tê û Tirkiye li projên wekî penaberan û meselên berevaniyê tev Yeketiya Ewrûpa hevkariyê dike ji ber viyaye ku mijar bona endambûna vî welatî bo nav Yeketiya ewrûpa amade be.

Umer Çelîk Wezîrê karên yeketiya ewrûpa ya Tirkiyê ragihand; Em pilana pişkdariya tev Yeketiya Ewrûpa ret dikin ji ber ku em van cure pêşniyaran ser zerera xwe dihesibînin.

Mewlûd Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî li gotûbêja xwe ya telifûnî got: Ev rêketina li ser mesela azadbûna vîzaya welatiyên Tirkiyê û girtina pîşiya çûna penaberan bo welatên Yeketiya Ewrûpa ye.

Wî got: Eger Yeketiya Ewropa bersiveke erênî nede me eva heqê me ye ku em rêketinnamê berçavan derbas bikin an jî vê rêketinnamê taloq bikin

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku pêwîst e Yeketiya Ewrûpa vîzaya çûna welatiyên me bo welatên nav vê yeketiyê rabike ku eva bo wan jî baştir e ji ber ku Tirkiye dilê ewlehiya Ewropaye.