Çile 14, 2018 08:35 Asia/Tehran
  • Êrîşên topxaneya artêşa Tirkiyê ser Efrîna Sûriyê

Çavkaniyên nûçeyan ên ser bi kurdan li bakurê Sûriyê qala êrîşên topxaneya artêşa Tirkiyê ser gund û bajarokên ser bi bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sputnika Rûsiyê, Çavkaniyên nûçeyan ên ser bi kurdan li bakurê Sûriyê ragihandin, topxaneyên artêşa Tirkiyê gund û bajarokên derdora bajarê Efrînê li bakurê rojavaya parêzgeha Heleba Sûriyê dane ber topan û ev êrîş hema wisa didomin.

Heta niha tu raporek ji goriyên van êrîşan nehatiye belavkirin.

Pêştir Erdoxanê serokomarê Tikriyê qala êrîşa leşkerî ser bajarê Efrînê kiribû.

Erdoxên gotibû ku ``Hêzên kurd li bakurê Sûriyê divê xwe radest bikin``.

Tirkiyê ji 24`ê Tebaxa sala 2016an va opêrasiyonek bi navê Mertala Firatê li bakurê Sûriyê dest pê kir û ragihand ku dil heye navçeyeka ewleh bi berfirehiya pênc hezar kîlomitrên çarkunc li bakurê Sûriyê pêk bîne.