Çile 13, 2018 21:05 Asia/Tehran
  • Demirtaş ji bo cara yekem li dadgehê amade bû

Serokê girtî yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) ji dema hatîye girtin va ango ji Mijdara sala buhurî ve heta niha bo cara yekem derket pêşberî dadwer.

Li gorî rapora mêdyayên Tirkîyê, Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) duh ji bo cara yekem bi tawana bêrêzîya li serkomarê vî welatî li dadgeha Istenbolê amade bû.

Demirtaş ji dema ku hatîye girtin ve amade nebûye li dadgehê amade bibe û bi rêya vîdyokonfiransê li civînên dadgehê pişkdar dibû lê, duh bo cara yekem li dadgeheke bajarê Istenbolê amade bû. Dema ku Demirtaş anîn dadgehê, bi sedan kes ji hogirên wî li ber dadgehê amade bûn.

Parêzerekî Demirtaş li civîna dadgehê xwest ku dosîya wî bispêrin Dîwana Destûra Bingehîn. Dadgehê duh biryar da ku civîna bê têkildarî muhakimekirina Demirtaş di 17`ê Gulana bê de were lidarxistin.

Demirtaş bilî dosîya bêrêzîya li serokomarê Tirkîyê di çarçova 20 dosîyên din de cezayên giran bi tawanên wek ``endametîya li rêxistineke têrorîst`` û ``handana ji bo belavkirina nefretê`` ji bo wî tên xwestin.

Selahedîn Demirtaş çend rojan berî niha li nameyekê ragihand: "Ez ê di kongreya di pêş me de nebim berbijarê  hevserokatiya giştî, bila ji niha de ev yek bê zanîn."

Demirtaş di nameya xwe de got "Der barê min de qasî 30 doz hatine vekirin, Ez têkildarî tu yek ji wan jî derneketime pêşberî dadger, Ez dixwazim hûn hemû bizanibin ku ez, hevrêyên min û tevahiya partiya me, ji dil ji siyaseta demokratîk bawer dikin.

Demirtaş di nameya xwe de wiha dibêje: "Kongreya me ya asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk tê, dê di Meclisa Partiyê, Lijneya Rêveneriya Navendî û beşên din de xebatên bihêzkirinê bên kirin û guhertin pêk bên. Ji bo ku di siyaseta demokratîk de çanda demokrasiyê bi pêş bixin, ne ji bo qoltix û mekanan, ji bo gel siyasetê bi pêş bixin.