Çile 13, 2018 18:14 Asia/Tehran
  • Ebdulah Gul hêvî kir ku rewşa awarte li Tirkiyê bi dawî were

Serokomarê berê yê Tirkiyê hêvîdariya xwe diyar kir ku rewşa awarteya ku piştî darbeya 15`ê Tîrmehê ya sala 2016`an li vî welatî hatibû ragihandin, demlidest bi dawî were.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Malpera Net Gazête ya Tirkiyê, Ebdulah Gul ku bi nûçegîhanên li Stenbolê re diaxivî, herwiha got: Pêşniyarqanûneka nû ji bo Meclisa Tirkiyê bona dirêjkirina sêmehî ya rewşa awarte (OHAL) hatiye şandin lê ez hêvîdar im eva cara dawîn be ku ev pêşniyarqanûna ji bo pejirînê raberî Meclisê bibe.

Serokomarê berê yê Tirkiyê destnîşan kir: Tirkiye piştî darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an, rastî rewşeka awarte ha û hin kiryarên wek pêkanîna OHAL`ê, bona kontrolkirina rewşê pêwîst bûn.

ew di eynî demê de destnîşan kir: Niha ku eva midehik e rewş hatiye kontrolkirin, pêwîst e rewşa welêt vegere rewşa asayî.

Dewra dawîn a Rewşa Awarte li Tirkiyê, 19`ê Çilê wê bi dawî were û biryar e pêşniyarqanûna dirêjkirina dema wê, ji bo cara şeşemîn li Meclisa Tirkiyê were hilkolandin.

Eger ku ev pêşniyarqanûna were pejirandin, dema rewşa awarte ya li vî welatî wê ji bo cara şeşemîn, sê mehên din jî were dirêjkirin.

Ragihandina rewşa awarte, desthilatên berpirsên ewlehiyê yên Tirkiyê ji bo girtina alîgirên Fethulah Gulen, ruhaniyê tawanbarê rêberatiya darbeya serneketî ya li 15`ê Tîrmeha sala 2016`an a li Tirkiyê zêde dike.