Çile 13, 2018 12:05 Asia/Tehran
  • Tirkiyê welatiyên xwe derheq xetera sefera bo Amerîkayê hişyar kirin

Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Îniyê bi weşandina daxûyaniyekê bertek nîşanî hişyariya Amerîkayê derbarê sefera welatiuyên xwe bo Tirkiyê da.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Enqerê, piştî wê yekê ku Amerîkayê navê Tirkiyê danî nav lîsteya ``Welatên Pirrxeter`` û li bara sefera bo Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe, Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî bi daxûyaniyekê tevî hişyarkirina welatiyên xwe li bara xetera sefera bo Amerîkayê, bertek nîşanî Amerîkayê da.

Li vê daxûyaniyê hatiye: ``Li gorî zêdebûna kiryarên têrorîstî li Amerîkayê ji wan êrîşên çekdarî, teqîna bombeyan an ajotina erebeyan ser rêbihurkan li nav kolanan, em ji welatiyên Tirkiyê ku dil hene sefrea vî welatî bikin dixwazin ku tevî venihêrîna li bernameya sefera xwe, heke jî sefera vî welatî dikin, li bara babetên ewlehiyê û xeterên têrorîstî hişyar bin``.

Navenda tomarkirina tundiyên çekdarî li Amerîkayê derdora 60 hezar babebtên gullereşandina li bajar û parêzgehên cûrbicûr ên Amerîkayê di sala 2017an da tomar kirine ku di encama wan da 15 hezar û 83 kes hatine kuştin û 30 hezar û 450 kes jî birîndar bûne.