Tirkiyê planên çêkirina bajarokan ji aliyê Rêjîma Siyonîst va şermezar kir
Tirkiyê planan Rêjîma Siyonîst a çêkirina mal û avahiyên nû li navçeyên dagirkirî yên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê şermezar kir.
Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê ji Enqerê, wezareta karên derve ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand: ``Trikiye pêngavên Rêjîma Siyonîst ji bo çêkirina 1000 mal û avahiyan li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û şehîdkirina du filistîniyan li erdên filsitînî bi tundî şermezar dike``.
Li vê daxûyaniyê hatiye: ``Ev rêjîm,a divê ku dawî li helwêstên xwe yên neberpirsiyarane derbarê binpêkriina mafên gelê Filistînê bîne``.
Li gorî vê daxûyaniyê: ``Avakirina bajarokên siyonîstnişîn ên nû hin xeteran bi xwe ra tîne ku dikare kêşeyan li navçeyê gurr bike``.
Rêjîam Siyonîst bi binpêkirina biryarnameyên têkildar ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hema wisa bi avakirina bajarokên siyonîstnişîn dil heye erdnigarî û dêmografiya nacvçeyên filsitînî biguherîne û van navçeya siyonîstî bike da ku serdestiya xwe li navçeyên filsitînî desmdirêj û tesbît bike.
Bib hatina Donald Trump bo Koşka Sipî û kiryarên wî li dijî filsitîniyan û Qudsê, rayedarên Rêjîma Siyonîst bi lezeka zêdetirê, hin plan ji bo avakirina bajarokên nû li erdên filsitîniyan pesend dikin.