kedkarên ji kar derxistî yên dezgehên dewletê li Tirkiyê vegeryan ser karê xwe
Taxima dewleta Tirkiyê li bexşnameyekê vegeryana zêde ji 1800 kes ji kedkarên ji kar derxistî yên saziyên dewletî bo ser kar û şuxilê wan erê kir.
Li gorî rapora rojnama Sabahê çapa Tirkiyê li gor bexşnameyên nû yên taxima dewleta Tirkiyê, 1823 kes ji kedkarên teşkîlatên dewletî ku bi tawana endametî an têkiliya tev koma Gulen û xebitandina nermalava By Lockê ji kar hatibûn derxistinê, dikarin vegerin ser kar û şuxilên xwe li saziyên dewletî.
Li darbeya 15 Tîrmeha sala 2016`an a Tirkiyê 249 kes hatin kuştin û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûne.
Mehkemekirina sebebkarên darbeya bêencam a 15 Tîrmeha Tirkiyê li teşkîlatên dadweriyê yên Tirkiyê di rojevê de ye û têde Gulen wek tawanbarê rêza ewil hatiye nasandinê tawana ku Gulen wê red dike.