Parlemana Tirkiyê nûnereke din a kurdan wêde bir
Parlemana Tirkiyê yeke din ji nunerên kurd ên partiya Demokratîka Gelan a vî welatî wêde bir.
Li gorî rapora îro ya Anadolunewsê, li gorî dengirtina cihhatî li parlemana Tirkiyê, Leyla Zana, nunera parlemanê ji partiya Demokratîka Gelan a vî welatî, kursiya parlemanî ya xwe ji des da.
Li vê denggirtinê, 302 kes dengê erênî dan derketina Leyla Zana ji parlemanê.
Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê li peyamekê li twîterê wek berteka li hember vê kiryarê ragahnd: Leyla Zana parêzvana cidî ya azadî, wekhevî, aşitî û alîgirê demokrasiyê ji bo xelkê kurd bû ku nûneratiya parlemanê xelk dan wê û tenê xelk dikarin vê kursiya parlmanê ji wê bistînin.
Bi îbtalkirina kursiya parlemanî ya Zanayê, hejmara kursiyên parlemanî yên partiya Demokratîka Gelan li parlemana Tirkiyê gihêşt 53 kursiyan,.