Çile 12, 2018 10:40 Asia/Tehran
  • Cezaya 97 meh zîndanê ji bo parlimanterekî kurd ê Tirkîyê birrîn

Dadgeha cezayê ya Dîyarbekrê cezaya 97 meh û 15 rojên hepsê ji bo Ebdulah Zêydan nunerê Hekarîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) kifş kir.

Li gorî rpaora malpera Rojnama Cumhurriyetê, çiqa pêncem a dadgeha cezayê ya Dîyarbekrê ji bo Evdila Zêydan nunerê Colemêrgê li meclisa Tirkîyê û endamê HDP`ê bi tawana alîkarîya ji bo sazîya têrorîst û propaganda ji bo wê cezaya 97 meh û 15 roj zîndan birrî.

Li gorî rapora Rojnama Cumhurriyetê, Evdila Zêydan li civîna dadgehê ya şopandina tawana wî amade nebû û parêzerê wî dema berevanîya ji muwekilê xwe, helwestên wî sûc nezanîn û xwest ku dadgeh wî beraet bike.