Çile 12, 2018 10:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Tirkiyê: Dema kutakirina kirîza Sûriyê gihêştiye

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gotarek xwe ku li govara amerîkî ya Newsvîkêbelav bû ragihand; Ji ber 8 dewre gotûbêjên Astanê li bara Sûriyê ku Tirkiye, Rûsiya û Komara îslamî ya Îranê zaminê dewama van gotûbêjan bûne, niha reftarên fanatîk û neêminî li nav Sûriyê kêm bûne û wxta kutahiya kirîza vî welatî gihêştiye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mewlûd Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gotarek xwe ya ser navê ``aşitiya li nav Sûriyê çawan birê dikeve destnîşan kir; Agirbesa nav Sûriyê pê çêkirina navçên êmin aloziya nav vî welatî kêm kiriye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bal kişande ser viya ku gotûbêjên Astanê bûye sebeb ku hêsankarî ji bo destpêbûna gotûbêjên Genevayê piştî 10 mehan bêne kirin ragihand: Pêwîste ku gotûbêjên Genevayê jî bêne domandin.

Dewra heştan a muzakirên aşitiyê yên  Sûriyê bi mazûvaniya Qezaqistanê li bajarê Astanê hat lidarxistin. Li van muzakiran xêncî sê welatên  garantîkirê agirbesê, yanê Îran, Rûsiye û Tirkiyê, nunerê dewleta Sûriyê û dijberên  vî welatî jî beşdarî kiribûn.

 Pêvjoya Astanê bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiyê û Tirkiyê bona çareserkirina siyasî ya qeyrana  Sûriyê pêk hatiye û heya niha  8 dewrên muzakirên sûrî-sûrî li Astanê li paytexta Qezaqistanê hatine lidarxistin.

  Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an  bi êrişa berfireh a komên terorîstî  yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wan  piştgirî dibin, jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye.