Girtina bi dehan welatîyên bîyanî bi tawana peywendîya tev DAIŞ`ê li Tirkîyê
42 welatîyên bîyanî bi tawana peywendîya digel DAIŞ`ê li Istenbolê hatin girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, polîsên dijî têrorê li Istenbolê di encama dorpêçkirina hevdem a çend cihan li deverên Pendîk, Zeytûn Burûnû, Fatih û Siltan Gazîyê de 42 welatîyên biyanî bi tawana têkilîya bi koma têrorîst a DAIŞ`ê re girtin û birin dayra polîsên ewlehîyê.
Polîsên Istenbolê dema lêgerîna li malên girtîyan, dest danîn ser gellek alavên dîcîtal û belgeyên rêxistinê.
Tirkîye bi hegera sînorê hevpar ê 1500 kîlomêtrî digel Iraq û Sûrîyê li başûra wî welatî, di salên buhurî de yek ji rêyên herî girîng ên veguhestina têrorîstên DAIŞ`ê bo Iraq û Sûrîyê bûye.
Girtina gumanbarên hevkarîya digel têrorîstên DAIŞ`ê li Tirkîyê li halekî ye ku rayedarên Enqerê heta berî vîya, sîyaseteke durû li hemberî mesela têrorîsmê li navçê dimeşandin.