Çile 12, 2018 09:40 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Fitne û pîlana cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi hevkariya Enqere, Têhran û Bexdayê rastî işkestê hat

Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê pêncşemê got: Fitne û pîlana cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi hevkariya Enqere, Têhran û Bexdayê rastî işkestê hat.

Li gor rapora rojnama Akşam`ê, Sulêyman Soylu wezîrê karên hundir yê Tirkiyê duh pêncşemê li rêûresma rêzgirtina roja mudîran li Enqerê got: Çend meh berê niha giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê birê ket ku ev welatên hêzxurt ev pîlana organîze kiribûn ku bi hevkariya Iraq, Tirkiye û Îranêpûç bû.

 Dewletên Îran, Iraq û Tirkiye dijberê lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê bûn û daxwaza betalkirian wê kirin, lê serokê Herêma Kurdistana Iraqê ev yeka qebûl nekirin.

Partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîrana sala 2017 de ligel Mesûd Barzanî serokê vê herêmê civîyan û biryar dan ku giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistinê, mijara ku bûye sedema dijberî û neyarîya vebirr a dewlet, komên iraqî û welatên navçe û cîhanê.

 Pêgiriya  Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li 25 Îlona sala 2017 li halekê birê ket ku konseya Ewlehiyê ya NY ser parastina hakimiyet, yekitî û yekperçetiya Iraqê tekez kir û daxwaza çareseriya pirsgirêkên navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê  li çarçoveya  qanûna bingehîn  a Iraqê û ji riya gotûbêjên kêrhatî kiribû lê dîsa jî Hewlêrê ev girştpirsiya birêxist ku vê biryara Hewlêrê pirsgirêk ji bo Iraqê çêkirin û serê axirê jî Mesûd Barzanî serokê vê herêmê neçar ma dest ji karê xwe berde.

.