Çile 11, 2018 08:45 Asia/Tehran
  •  Erdogan welatên alîgirê Gulen hişyar kirin

Serokkomarê Tirkiyê pêhişyarî da welatên alîgirê koma Gulen

 Li gorî rapora Anadolu Newsê, Receb Teyib Erdogan, roja çarşemiyê li axiftinekê hişyarî da welatên  ku  endamên Gulen radestî Tirkiyê nakin û got, welatên hanê rêzê ji qanûnê nagrin.

 Serokkomarê Tirkiyê her wiha diyar kir: Welatên  alîgirê koma Gulen dil hene bi biryarên siyasî,  ji bo dewleta Tirkiyê astengiyan derxînin.

 Receb Teyib Erdogan her wiha  serûberiya  niha ya cîhanê û bi taybet xebitandina  NY û kiryarên  sepandî ji aliyê endamên dayim  ên Konseya  Ewlehiyê ya vê rêxistinê rexne kirin û ragahnd ku  welatên hanê   berpirsê piraniya  bêedaletîiyên li seranserê cîhanê ne.

 Dewleta Tirkiyê dibêje  Gulen ku di Emerîkayê jiyan dike, berpirs û dîzanynerê sereke yê darbeya bêencam a Tirkiyê li Tîrmeha 2016`an e û di vê çarçoveyê de serwîsên ewlehiyê yên  Tirkiyê piştî darbeyê operasyoneke  berfireh ji bo girtina  alîgirên Gulen li seranserê welêt destpê kirin.