Kanûn 15, 2017 20:25 Asia/Tehran
  • Rexneya Tirkiyê ji Ewrûpayê bona cihneanîna sozên xwe li warrê alîkariyên abûrî ji bo awareyan

Serokwezîrê Tirkiyê ji karbidestên ewrûpî bona cihneanîna sozên xwe bona alîkarî gihandina alîkariyên abûrî ji bo awareyên sûrî û iraqî rexne kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê li civîna îro ya li ser rewşa awareyan li Enqerê got: ``Yeketiya Ewrûpayê soz dabû ku alîkariyên abûrî ji bo awareyên sûrî û iraqî yên ku li Tirkiyê dijîn didin û gotibûn li salên 2016 û 2017 3 milyard yoro û sala 2018 jî 3 milyard yoro didin Tirkiyê lê heta niha ev soza xwe cih neaniye``.

Serokwezîrê Tirkiyê agihand ku yeketiya Ewrûpayê heta niha tenê 899 milyon yoro bona alîkarî gihandina bi awareyan daye Tirkiyê.

Wî got. ``Niha zêde ji 3 milyon awareyên sûrî û iraqî li Tirkiyê dijîn û Tirkiyê heta niha bo van penaberan nîzikî 30 milyard yoro xerc kiriye``.