Kanûn 08, 2017 13:01 Asia/Tehran
  • Yewnanistan û Tirkiye li ser meyla xwe ya jibo çareserkirina nakokiyan pêgîrî kirin

Serokkomarê Tirkiyê û serokwezîrê Yewnanistanê, li ser jiholêrakirina nakokiyên dîrokî yên navbera du welatan û dewama hevkariya wan di warê çareseriya pirsgirêkên wekî mesela awareyan û meselên aboriyê pêgîrî kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) ji Atênayê, Alexis Tsipras (Elêksîs Sîpras), serokwezîrê Yewnanistanê, berêvariya pêncşemiyê li civîneka rojnamevaniyê, peştî gotûbêja bi Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê ku seredana Yewnansitanê kiriye, ragihand: Ez ji we dixwazim ku em bi hev re venihêrînek li ser peywendiyên di navbera Enqere û Atênayê bikin û peywendiyên xwe ji nû ve organîze û destpê bikin, peywendiyên ku dikarin bibin pirek di navbera her du welatan de.

Serokwezîrê Yewnanistanê, herwiha got: Eger ku pêşwaziya vê pêşniyarê neyê kirin, ev mijar ne tenê wê bandorê dayne ser peywendiyên di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de belkû wê li ser peywendiyên di navbera Tirkiye û Ewrûpayê de jî bibandor be.

Enqere û Atêna ji dema îmzekirina peymana Marsa sala 2016`an va bi awayekî nêzîk bi Yekîtiya Ewrûpayê (YE) re hevkariyê dikin.

Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî berbiçav ketina neqanûnî ya koçberan nav Yewnansitanê ji aliyê Tirkiyê ve bisînor kiriye.

Tevî vê yekê serokomarê Tirkiyê careka din roja pêncşemê ragihand Yekîtiya ewrûpayê di warê alîkariya aborî ya bo Enqerê hîn sozên xwe cih neanîne û eva li halekê ye ku Tirkiye hemî sozên xwe yên ku li Peymana Marsa 2016`an, cih anîne û pêbendî wê peymanê bûye.

çHêjayî gotinê ye ku di navebra Tirkiye û Yewnanistan de hin nakokiyên cidî li ser desthilatdariya li Deryaya Ege, qada hewayî ya vê deryayê û desthilatdariya ser giravên vê behrê û mesela Qibrisê hene. Ew nakokî hin caran û her midehê carekê dibine pêkhatina kêşeya cidî ya di navbera du welatan de.