Kanûn 07, 2017 18:17 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya HDP`ê têkildarî biryara serokomrê Amerîkayê ya li bara Qudsê

Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) derbarê biryara serokkomarê Amerîkayê Donald Trump de ku Quds weke payrexta Rêjîma Sîyonîst da nasandinê, daxuyaniyek belav kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li daxûyanîya xwe radigihîne ku "Trump bi vê biryarê dixwaze ku şerekî herêmî bide destpêkirin."

Li dewama daxûyanîya HDP`ê hatîye: "Em weke HDP biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump ku Quds weke payrexta Rêjîma Sîyonîst da nasandinê biryareke bitalûke û provakatîf dibînin. Ev biryar dê hewldanên aştiyê yên di navbera Îrsraîl û Filîstînê de jî bi temamî têk bibe.

Ev biryar li dijî hiqûqa navnetewî û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ji ber bandora xwe ya neyînî û dema xwe ve, derveyî rakêşiyan bi tenê nikare bê nirxandin. Bi mijarên din ên ku niha rû didin re dikare zemînê jibo şerekî mezin peyda bike.

Em bang dikin ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji vê biryara xwe paşde vegere û em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dikin ku li hemberî vê yekê helwesteke bibandor nîşan bide.