Kanûn 07, 2017 17:25 Asia/Tehran
  • Rexneya Erdogan ji Yewnanistanê û YE`yê li sefera xwe ya Atênayê

Erdogan li sefera xwe ya Yewnanistanê, Yekîtiya Ewrûpayê û siyasetên Yewnanistanê rexne kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê, Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, îro pêncşemê, sefera xwe ya Yewnanistanê destpê kir. Eva yekemîn sefera serokomarekî Tirkiyê bo Yewnanistanê li 65 salên buhurî ye.

Wî li vê sefera xwe ku bi xwe ew dîrokî daye zanîn, got: Atêna mafên kêmîneya xwe ya tirk a misilman ku li bakûrê Yewnanistanê dijîn, berçav nagire. Wî herwiha li axiftina xwe ya li Yewnanistanê, Yekîtiya Ewrûpayê (YE) tawanbar kir ku sozên xwe yên li bara raberkirina piştgîriya pereyî ya li hember hevkariya Tirkiyê bona girtina pêşiya çûyîna koçberan nav Ewropayê, berçav nagire.

Erdogan li hevdîtina bi Prokopîs Paulopolos, serokkomarê Yewnanistanê got: Yekîtiya Ewrûpayê, tu yek ji sozên xwe yên li pişka aboriyê cih neanîne li halekê ku me sozên xwe cih anîne.

Di van salên buhurî de peywendiyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de ji ber kêşeyên li ser erdê li deryaya Egê aloz bûne. Ev her du hevgirtiyên endamên NATO`yê, di sala 1996`an de ji ber îdiaya hakimiyeta li ser çend giravên bê nifûs, hin nemabû ku bi hev re bikevin şerr û pevçûnê.