Kanûn 07, 2017 17:02 Asia/Tehran
  • Erdogan piştî 60 salan çû Yûnanê

Serokomarê Tirkîyê hevgavê dijwarbûna dilgiranîyên têkildarî peywendîyên Enqere û Atênê çû Yûnanê, ew yekem serokomarê Tirkîyê ye ku mideha 65 salên buhurî da seredana wî welatî dike.

Receb Teyîb Erdogan berî seredana xwe ya Yûnanê li hevpeyvîneke televîzyonî got: Gelê Yûnanê divê bizane ku peywendîyên nerênî di navbera Enqere û Atênê de idî nemane. Wî bal kişand ser muzakirên xwe digel serokwezîrê Yûnanê têkildarî endamê Tevgera Gulen li Yûnanê û got: Serokwezîrê Yûnanê gotibû ku yê mideha 15 heta 20 rojan de komplokerên derbeya serneketî ya sala buhurî radestî Tirkîyê bike lê mixabin ew derbekar hela jî li Yûnanê dijîn.

Gêreya li peywendîyên Tirkîye û Yûnanê bi şerê di sala 1996`an de destpê bû û bi erdheja sala 1999`ê kutabû. Di mehên dwîyê de jî peywendîyên her du welatan heta astekê çêtir bûne. Lê piştî ku Receb Teyîb Erdogan xwest ku sînorê hewayî û deryayî di navbera her du welatan de li deryaya Êjê bê kifşkirinê, berdevkê dewleta Yûnanê têkildarî vê meselê dilgiranîya xwe nîşan da û got: Em dilgiranê wê ne ku gotinên Erdogîn wek vejîyandina nakokîyên l iser sînoran bên zanîn.