Kanûn 07, 2017 13:20 Asia/Tehran
  • Girtina welatiyên biyanî li Tirkiyê bi tawana pêwendiya wan bi DAIŞê re

Medya Tirkiyê ragihand ku 26 welatiyên biyanî bi tawana pêwendiya wan bi DAIŞê re li bajarê Stenbolê hatin girtin.

Medya Tiorkiyê ragihand ku polîsê li dij Terorê yê Tirkiyê duh di encama operasiyonekê li bajarê Stenbolê li 6 taxên bajêr 26 welatiyên biyanî bi tawana pêwendiya wan bi DAIŞê re li bajarê girtin û şandin navenda polîsê ewlehiyê ya Stenbolê.

Hat ragihandin ku polîs li geriyana malên girtiyan amûrên degîtal û belgeyên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi dest xistin ku nîşan dide ew li Sûriyê û Iraqê bûne.

Medya Tirkiyê negotin ku kesên hanê ji kîjan welatî ne.