Mijdar 24, 2017 18:08 Asia/Tehran
  • Hukmê girtina bi dehan fêrkaran li Tirkiyê hat dayîn

Dozgeriya Enqerê hukmê girtina 79 fêrkaran da.

Li gorî rapora îro ya mêdyayên Tirkiyê, ev kesana ku hukmê girtina wan îro hatiye dayîn, ji mamosteyên mijûl li dibistan û navendên perwerdehiyê yên ser bi Cemaeta Gulen bûne.

Ev navendên perwerdehiyê pêştir li çarçova Qanûna Rewşa Awarte û biryarên desteya dewletê hatine girêdan.

Li gorî nûçeyeka din, dozgeriya Antalyayê jî hukmê girtina 99 kes ji tawanbarê têkilliya digel koma Gulen da.

Li darbeya serneketiya 15`ê Tîrmeha sala 2016an bi giştî 249 kes hatin kuştin û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûn.

Li pêvajoya paqijkirina rêxistin û saziyên dewletê di yek sala buhurî da, bi hezaran efserên artêş û polîs ji karên xwe hatine derxistinê, bi dehan rojnamevan û 14 parlementerên parlimanê hatine zîndanîkirin, zêd ji 140 mêdya hatiye betalkirin û çalakiya zêde ji 32 hezar kes ji kedkarên dewletê jî hatiye rawestandin.