Mijdar 24, 2017 14:27 Asia/Tehran
  • Girtina 44 kesî bi tawana alîkarîya bo PKK`ê li Wanê

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li navçeya Qelqelî ya ser bi Wanê ve ser malên hemwelatiyan de girtin û 44 kes bi tometa alîkariya PKK`ê binçav kirin. Kesên ku hatine binçavkirin birine qereqola jendermeyan.

Li gorî agahiyan berdest, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro berê sibehî li 10 gundên cuda yên navçeya Qelqelî ya bi ser Wanê ve avêtine ser malên hemwelatiyan. Di encama van bi serdegirtinên malan de 44 kes bi tometa alîkarîdayina PKKê hatine binçav kirin. Di operasyonê de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê deriyên gelek malan şikandine.

Nasnameya kesên hatin binçavkirin hê jî nehatiye zelalkirin. Hate gotin, ku ew birine Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Qelqeliyê.