Mijdar 24, 2017 13:07 Asia/Tehran
  • Tirkiye pêşwaziya biryara Parlimana Ewrûpayê kir

Tirkiye pêşwaziya biryara Parlimana Ewrûpayê ya liser qedexeya ketina kom û kesên ku Yekîtiya ewrûpayê wan xistine nav lîsteya komên terorîst nav avahiya vê parlimanê ya li Brûksêlê, kir.

Li gorî rapora malpera Ajansa nûçeyan a Anatoliya Tirkiyê, wezareta karên derve ya Tirkiyê, li daxuyaniyekê destnîşan kir, biryara serokê Parlimana Ewrûpayê liser xwedûrkirina ji vexwendina kesên ser bi komên terorîst bi taybet Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) bo Parlimana Ewrûpayê, karekî dirust û sedema kêfxweşiya Tirkiyê bûye.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê, bi pêgîriya li ser vê yekê ku ev karê Parlimana Ewrûpayê pêngaveka erênî ya jibo cihanîna sozên Yekîtiya Ewrûpayê di warê şerrê dijî terorîsmê di asta navneteweyî de ye, herwiha got: Tirkiye wê cihhatina vê biryara Parlimana Ewrûpayê, ji nêz ve bişopîne.

Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) û koma terorîst a ser navê Bereya Inqilabî ya Rizgariya Gelê Tirkiyê jî di lîsteya komên terorîstên YE`yê da ne.