Mijdar 24, 2017 09:46 Asia/Tehran
  • Bi dehan kes li Tirkiyê bi gumana peywendiya bi DAIŞ`ê re hatin girtinê

Çavkaniyên mêdyayî yên li Stenbolê ragihandin di encama operasyona hêzên polîsê Tirkiyê de, 20 kesan ku 16 welatiyên biyanî jî di nav wan de bûn hatine girtin.

Li gorî mêdyayên li Stenbolê  di encama operasyona hêzên polîsê Tirkiyê de, 20 kesan ku 16 welatiyên biyanî jî di nav wan de bûn hatine girtin.

Çavkaniyên ser bi polîsê Tirkiyê, amajeyî vê yekê nekirin ku biyaniyên ku di vê operasyonê de hatine girtin, welatiyên kêderê ne.

Li gorî rapora DAYLI SABAH`ê, polîsê Stenbolê ji meha Tebaxa sala buhurî ve herîkêm 100 operasyonan cih anîne û nêzî 1000 gumanbarên têkiliya bi DAIŞ`ê re girtine.

Nûçeya girtina gumanbarên peywendiya bi DAIŞ`ê re li Stenbolê li halekê hatiye weşandin ku ev koma terorîst li du salên vê dawiyê de berpirsyariya çend karên terorîstî li hin bajarên Tirkiyê, girtiye ustiyê xwe.