Kêmbûna cidî ya dengên AKP li Tirkiyê
Encamên lêpirsiyekê li Tirkiyê nîşan da ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) rastî kêmbûna cidî ya asta dengan hatiye.
Li gorî rapora Kurdpressê, Bekir Agirdir, rêveberê şîrketa lêpirsînê ya Kondrayê, bal kişand ser dawîn lêpirsînên li bara mewqiya AKP li Tirkiyê û got: AKP rastî kêmasiya cidî ya dengan hatiye. Wî her wiha diyar kir: Em şahedê kêmbûna cidî ya hejmara alîgirên AKP bûne û alîgirên vê partiyê bi awayekî berfireh vê partiyê rexne dikin û gelek endamên AKP ji nav vê partiyê derketine.
Wî got ku alîgirên hanê piştî cidabûna ji AKP tevlî alîgirên tu yek ji partiyên Komarîxwaza Gel, CHP û Partiya tevgera Netewey, MHP nebûne û ev mesela hilbijartinên pêşber hestyartir dike.
Agirdir her wiha bal kişand ser vê yekê ku MHP neghêştiye asta pêdivî ya hilbijartinê û got: HDP, partiya Demokratîka Gelan li hilbijartinên pêşber karî asta pêdivî ya hilbijartinê bi dest bixe.